Nûçeyên Iraqê

Amerîka ferman li stafê rewşên ne awarte yê balyozgxaneya xwe dike ku ji Bexdayê û Hewlêrê derkevin

Wezareta Hundir a Amerîkayê Çarşemê (15ê Gulanê) ferman li stafê rewşên ne awarte yê balyozgxaneya xwe li Bexdayê û qunsulxaneya xwe li Hewlêrê kir ku derkevin, piştî zêdebûna girjîyan di navbera Amerîka û Îranê, cîrana Îraqê de, AFP ragihand.

Amerîka sala par qunsulxaneya xwe li li bajarê Besrayê yê ku nerazîbûnên dijwar dîtibûn girt, û got ku hêzên ku Îran piştevanîya wan dike "gule avêtine" qunsulxaneyê û hevrika xwe ji her ziyanekê haydar kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo hefteya borîserdaneke nişkayî bo Bexdayê kir di çarçoveya qayimkirina pêwendîyên xwe bi Îraqê re di demekê de ku ew "fişara xwe herî bilind dike" li dijî Tehranê.

Wî got ku wî ev serdan pêk anî ji ber hêzên Îranî "çalakîyên xwe xurtir dikin" û got ku xeterîya êrîşan "pir bi dîqet bû".

Pompeo bi Serok Berhem Salih û Serokwezîr Adil Ebdul Mehdî re civîya, derbarê "girîngîya ku Îraqî piştrast bikin ku ew dikarin bi awayê tê xwestin Amerîkîyan li wêlatê biparêzin" û bi wan re axêvî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500