Nûçeyên Iraqê

5 sivîl ji ber bombebarankirina bajarokekî li Sûrîyayê jîyana xwe ji dest didin

Agirê mûşekan çar zarok û jinek Yekşemê (12ê Gulanê) kuştin li bakarokê Siqêlbîya yê li jêr kontorla rejîmê li parêzgeha Hemayê, û şeş zarokên din birîndar bûn, AFP ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku mûşek ji devereke nêzî herêma Idlibê hatin avêtin, ku li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e.

Rewangehê anî ziman ku heta niha ne dîyar e ku gelo hevbendîya tundrew an komeke din a opozîsyonê li pişt vê êrîşê ye.

Rewangehê got ku rejîm û alîgirên wê bombebarankirinên kujêner li derdora herêma Idlibê di çend heftîyên dawî de zêde kirin, di encamê de bi dehan kuştin çêbûne û bi hezaran kes neçar bûne birevin.

Wan herwiha gelek bajarok vê heftîyê ji hevendîya tundrw li nêzî Siqêlbîya standin.

Rêxistinên alîkarîyê yên NY çalakîyên xwe li hinek beşên Idlibê dane sekinandin, ji ber bilindbûna şer ji Nîsan borî de ku selametîya xebatkaran xistibû metirsîyê.

Êrîşên asmanî û bobmebarankirinan hiştin 180,000 kes di navbera 29ê Nîsanê û 9ê Gulanê de koçber bibin, li gorî NY.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500