Nûçeyên Iraqê

Rêxistinên mirovî doz didin kar bo dîyarkirina çarenivîsa kêsên nebedîbûyî li Sûrîyayê bê kirin

Rêxistinên mirovî îro Duşemê (13ê Gulanê) dozê li civaka navdewletî kirin ku fişarê li hemû alîyên cenga Sûrîyayê bikin bo dîyarkirina çarenivîsa "bi dêhên hezaran" kesên nebedîbûyî di dirêjahîya salên milmilanîyê de, AFP ragihand.

"Bi dehên hezaran hatine nebedîkirin ji alîyê rejîma Sûrîyayê ve, û gelek wendabûn paş ku komên çekdar ên dijberê hikûmetê ew revandin û 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ)," heşt rêxistinên mirovî yên Sûrî û navdewletî di daxuyanîyekê de ragihandin.

"Bi sedan di girtîgehan de mirin ji ber eşkenceyê yan jî nebûna tedawîyê," daxuyanîyê got, ya ku Efwa Navdewletî û Human Rights Watch jî li ser wajû kirine.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov texmîn dike ku dora 200,000 kes wenda bûne ji dema destpêkirina milmilanîyê de di sala 2011an de, û dora nîvê vê amarê di zindanên hikûmetê de girtî ne.

Raportê got ku gelek kes rastî "astên bilind ên tundîyên dijwar hatin" li ser destê rejîmê û hêzên opozîsyonê, di nav de bidarvekirinên meydanî, eşkence, û binçavkirina bi çavsorî.

Raportê got ku ew kes çalakger, parêzer, rojnameger û xebatkarên rêxisitnên alîkarîya mirovî ne.

Raportê bang li dewletên endam di encumena ewlekarî ya NY kir "ku dawî li azarên malbatên kesên nebedîbûyî û herwiha kesên binçavkirî bînin" bi rêya "fişarxistin" li ser alîyên şer û piştevanên wan ên navdewletî bo eşkerekirina navan, çarenivîs û cihên wan kesan.

Raportê bang li civaka navdewletî kir ku "piştgirîya damezrandina pergaleke hevgirî bo bike navnivîsîna hemû haletên kesên wendayî li Sûrîyayê bikin".

Di Gulana 2018an de, hikûmeta Sûrîyayê tomarên xwe yên sivîl bi navên kesên di girtîgehan de mirine zêde kirin û di hinek haletan de wê belgeyên mirinê yên divegerin sala 2013an dan malbatên wan, li gorî raportê.

"Lê hikûmetê guh neda daxwaznameyên malbatên girtîyan ên têkildarî bidestxistina agahîyan li ser rojgarên wendakirinên bi zorê û sedemên mirinê, û herwiha wergirtina kelaşên kesên mirî," raportê daxuyand.

"Bi vê rewşê, tu rê nîne bo piştrastkirina mirinê ji bilî vegerandina hikûmetê kelaşan ji malbatan re," raportê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500