Nûçeyên Iraqê

Rêxistinên çavdêr: 10 milyon kes bêwarên şer in di sala 2018an de

Şer zor li bêhtirî 10 milyon kesî kir ku ji malên xwe birevin da ku li devereke din bijîn di hundirê welatê xwe de sala par, û wiha hejmara giştî ya kesên di welatê xwe de bêwar bûne gihiştiye rêjeyeke bilind, AFP Înê (10 Gulanê) ragihand.

Bi vî awayî hejmara giştî ya kesên ku aniha di welatê xwe de bêwar in ji ber tundîyê gihaye 41.3 milyonan, ev jî hejmara herî bilind e, li gorî raporta Navenda Çavdêrîkirina Bêwarîyê û Encumena Penaberan a Nerwicî.

Bi giştî 28 milyon kes di welatên xwe de bêwar bûn di sala 2018an de, ji ber bobelatên xwezayî herwiha ji ber şeran jî, li gorî raportê.

Lêkolînê got ku 10.8 milyon kesên ku di welatê xwe de bêwar bûne sala par ji ber şer direviyan, şerê li Komara Konxo ya Demokratîk û Sûrîya û alozîyên taifî li Esyûbiyayê, Kamiron û Nêcîryayê berpirs in ji piranîya rewşên bêwarîyê.

Hejmara kesên ku aniha weke bêwaran dijîn bêhtirî 25 milyonan e, yên ku weke penaber di sînoran re reviyan.

Raportê dît ku hejmara herî bilind ya bêwarîyên sala par li Esyûbiyayê bû, ku 2.9 milyon kes ji malên xwe reviyan, di pişt wê re Komara Konxo ya Demokratîk, bi 1.8 bêwarên nû di sala 2018an de.

Sûrîya ya sêyem e bi 1.6 milyon bêwarên nû.

Lê bi giştî, Sûrîya, ya ku heşt salên şer ew wêran kir, 6.1 milyon bêwar tê de hene, û dora heman hejmarê ya Sûrîyan weke penaber dijîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500