Nûçeyên Iraqê

Bangladiş milîtanekî DAIŞê ku ji Sûrîyayê vegerîyaye digire

Polîsê dijî terorê yê Bangladişê endamekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yê ku vegerîyaye welatê xwe, piştî şerkirina di nav rêzên rêxistina tundrew de li Sûrîyayê, girtin, AFP Çarşemê (8ê Gulanê) ragihand.

Polîsê got ku Motaj Ebdul Macid Kafiludîn Beparî, 33-salî, tevlî DAIŞê li Sûrîyayê bû piştî ku wî ji Erebistana Siûdî, ew li wir ji dêûbavine Bangladişî re jidayîk bûbû, sefer bo wê kiribû.

Ew di Sibatê de vegerîya Bangladişê û wî pêwendî kir bi hêzeke nû ya tundrew re, ya ku DAIŞê ji xwe re mezin dibîne, bi navê Cemaetul Mucahidîn Bangladiş, ku bi zincîrek êrîşan tê tawanbarkirin, berpirsekî dijî terorê bi navê Wahiduzeman Nûr got.

Efseran li Beparî girtin li nêzî mizgeftekê li taxa Utara li Daka roja 5ê Gulanê, û ew li gorî yasayên dijî terorîzmê hat gunehbarkirin bi planên wî yên damezrandina "xîlafetekê", Nûr ragihand.

"Ew sala 2018an cû Sûrîyayê bo şerkirina di nava rêzên DAIŞê de," wî got.

Girtina Beparî di demekê de tê piştî ku polîsê dijî terorê desthilatdarên balefirê ji egera vegera bêhtir ji 50 tundrewên DAIŞê yên bi esil Bangladişî piştî binketina rêxistinê li Sûrîyayê haydar kir, cîgirê komîsyonerê polîsê Daka, Mohibûl Îslam Xan ji AFP re ragihand.

Ev bûyera herî dawî bû di zincîra bûyerên ewlehî yên têkildarî DAIŞê li Bangladişê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500