Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 230 kîlometran bi dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re radimalin

Operasyoneke ewlehî ku 230 kîlometr ji xakê bi dirêjahîya sînorê Îraq-Sûrîyayê bo lêgerîna li veşartgeh û tunêlên çekdaran hat qedandin, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Îraqî Pêncşemê (2yê Gulanê) ragihand.

"Hêzên hevbeş ên Îraqî, bi piştgirîya balefirên şer ên Hevpeymanîya Navdewletî, operasyonek qedandin ku Şemîya borî dest pê kiribû bo ramaliştina 230 kîlometran ji deverên li dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re," peyvdarê fermandarîyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku 12 tunêl û veşartgeh û sê depoyên çekan hatin dîtin, û sê kes di operasyonê de hatin girtin.

"Operasyon ji mihwerê Qaim-Elbû Kemal, di Huseyba Xerbiyayê re heta bi Beyar Elî li nêzî sînorê Sûrîyayê da ber xwe, û burcên kontrol û koleçanê hatin danîn bo misogerkirina ewlehîyeke qayimtir li devera sînorî li hember gefên terorîstan," wî got.

Resûl got ku dê pêngaveke din dest pê bike di rojên nêz de bo paqijkirina deverên li dirêjahîya sînor.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500