Wezareta Wizeyê ya Urdinê Çarşemê (1ê Gulanê) tendera guhestina nefta xav a Îraqî bo Zerqayê da Kompanîya Burc El Heyat bo Veguhestinê, û eşkere kir ku dê prose di nava du heftîyan de dest pê bike, Jordan Times ragihand.
Li gorî tender, dê kompanî 500,000 tonan ji nefta xav a Îraqî ji Bêcî li Îraqê bo Kompanîya Parzûngehên Petrolê yên Urdinê li parêzgeha Zerqayê biguhêze, Wezareta Wizeyê û Samanên Kanzakî di daxuyanîyekê de ragihand.
Wezîra Wizeyê û Samanên Kanzakî Hala Zewatî got ku tender bicihkirina têgiştinnameyekê ye ku di navbera Îraq û Urdunê de di destpêka Sibatê de hatibû wajûkirin bo anîna nefta xav.
Li gorî rêkeftinê, dê şahnişîn 10,000 bermîlên nefta Kerkûkê rojane ji cîrana xwe bikire, û ev yek dê 7% ji hewcedarîya şahnişînê ya rojane dabîn bike.
Rêkeftin dibêje ku dê Urdun nefta Îraqî bi daşkaneke bi qasî 16 dolaran ji nirxê Brentê xav ê her bermîlekê be, bo qerebûkirina cudahîya di xercîyên guhestinê û cûdahîya di kuwalîtîyê de.
Zewatî dîyar kir ku 50% ji nefta rojane tê anîn dê bi rêya tankerên petrolê yên Îraqî be, û bang bo xebatên cidî kir bo bidestxistina serkeftinê di prosesa veguhestina nefta xav de, li gorî daxuyanîyê.
Wezîrê got ku hevkarîya Urdunî-Îraqî di warê wizeyê de ne bi tenê li gorî vê rêkeftinê ye, û da zanîn ku her du welat kar li ser qedandina rêkarên pêwîst dikin bo avakirina borîyên neftê yên Besra-Eqebayê hevdem ligel projeya girêdana burcên kehrebeya her du welatan.