Nûçeyên Iraqê

Serokwezîrê Îraqî haydarîyê dide ku DAIŞ lawaz bûye lê bi binneketîye

Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdul Mehdî Sêşemê (30ê Nîsanê) ragihand ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji hêla serbazî ve lawaz bûye lê binneketîye, li gorî raporteke AFP.

Vîdyoyekepropagandaya DAIŞê ku Duşemê hatiye weşandin ku qaşo ya rêberê derewçîn ê rêxistinê Ebû Bekir Bexdadî ye, wî li cihekî ku dixuyê cihekî "pir sade ye" nîşan dide, Mehdî di serdanekê de bo Berlînê ragihand.

"Berî salek û nîvê DAIŞê rûberên berfireh li Îraq û Sûrîyayê kontrol dikirin, û aniha Bexdadî li cihekî îzolekirî, û nenas ser xwê der dixe," wî wiha derbarê zilamê herî tê xwestin li cîhanê got.

"Nayê xuyanîkirin ku ew li nav şopdarên xwe ye weke cara yekem gava li Mûsilê derket," wî got, dema wî qala vîdyoya derketina Bexdadî a sala 2014an kir.

Paş jidestdayîna molgeha xwe ya dawî li bajarokê Baxozê li Sûrîyayê di meha Adarê de, "DAIŞ bi temamî wenda nebû lê ew rastî gunrêz êşdar hat", Serokwezîrê Îraqî di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de ligel Şêwirmenda Elmanî Angela Merkel got.

Ebdul Mehdî got ku dê DAIŞ "hewl bide ku bawerîyê dîsan di nav çekdarên xwe de ava bike, û dê hewl bide ku operasyonên nû pêk bîne".

"DAIŞ hatiye şikestin, lê hinek şan mane, ew dikare xwe bi rêxistin bike û serî hilde û êrîşên azardar pêk bîne," wî daxuyand.

Merkel got ku vîdyo nîşaneke "ku em dê bo demekê li ber xwe bidin heta em têbigihêjin ku em dê çawa DAIŞê bi yekcarî bişkînin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500