Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY dibêje dibe di demeke nêz de rêkeftin li dor komîteyek nû ya Sûrîyayê hebe

Şanderê aştîyê yê NY bo Sûrîyayê Geir Pedersen geşbînîya xwe anî ziman roja Sêşemê (30ê Nîsanê) têkildarî gihiştin bi rêkeftinekê li dor komîteyeke nû ya erkdar bi dariştina makzagonekê bo qonaxa paş-şer li Sûrîyayê, AFP ragihand.

Pedersen ji Encumena Ewlekarîyê re got ku komîteya dariştina makzagonê dê "nîşana pêşîn a tevgereke rasteqîn be" ber bi bidawîkirina şer ve, û dibe ku di mehên bên de were avakirin.

Nîqaşên li dor komîteyên bi ser neketin ji ber nakokîyên li dor pêkhatîyên endamên sê lîsteyên ku rejîmê, opozîsyonê û civaka sivîl û komên olî pêşkêş kirine.

Lê piştî civîneke li Kazaxistanê di navbera Rûsya, Îran û Turkîyayê de heftîya borî û nîqaşên din, Pedersen ragihand ku ew bawer dike nakokî kêmtir bûne û rêkeftine nêz e.

Dema jê hat pirsîn gelo dê komîte yekem civîna xwe vê havînê li dar bixe, Pedersen got: "Belê, ez hêvîdar im. Ez bawer dikin ku ev yek pêkan e. Me pêşketineke ku ew qala bînin ziman pêk anîye."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500