Nûçeyên Iraqê

Dengên zindaneke Sûrî bo xelateke hunerî li Brîtanyayê tê kandîdkirin

Faylekî deng yê hevpeyvînên bi girtîyên li zindaneke pir asê li Sûrîyayê re bo Xelata Turner a Brîtanî bo hunera serdem hat kandîdkirin di lîsteyeke kurt de ku Çarşemê (1ê Gulanê) hatiye eşkerekirin, AFP ragihand.

Lewrens Ebu Hemdan efektên deng bi kar anîn bo alîkarîya şeş kesên sax li Seydnaya mane bike ku "bîranînên xwe vebêjin, û nexşeyekê bo zindanê wêne bikin û bo bê fehmkirin çi li wir çêbûye", dadweran got.

Lêborîna Navdewletî (Amnestî) got ku bêhtir ji 13,000 kesan hatiye bidarvekirin di navbera salên 2011 û 2015an de li zindaneke artêşê li nêzî Şamê.

Di Gulana 2017an de, Waşinton got ku Şamêagirgehek li Seydnayayê ava kiriyebo veşartina bi hezarên zindanîyên mirî.

Dê pêşangehek bo hemû karên hunerî yên kandîdkirî bê vekirin di Îlonê de li galêrîya Turner a Serdem li Margate. Xelat bo hunermendên li Brîtanyayê jidayikbûne yan dijîn vekiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500