Nûçeyên Iraqê

Tu pêşketin di avakirina komîteya destûrî ya Sûrîyayê de li danûstandinên Kazaxistanê tune ne

Danûstandinên li dor rewşa Sûrîyayê bi piştevanîya Îran, Rûsya û Turkîyayê ku du rojan dirêj kirin Înê (26ê Nîsanê) bi dawî hatin bêyî pêkanîna pêşketineke berçav di warê avakirina komîteke destûrî de bo zemînxweşkirin ji rêkeftineke siyasî re, AFP ragihand.

Her sê serpereştyaran di daxuyanîyekê de got ku civînê pirsa avakirina komîteya dariştina destûrê bi Şanderê Taybet ê NY bo Sûrîyayê, Geir Pedersen, nîqaş kir.

Daxuyanîyê got ku pêwîstî bi hebûna danûstandinên bêhtir li Cinêvê heye.

Daxuyanîyê got ku alî pêbend in bi "damezrandina komîteya dariştina destûrê di demeke herî nêz de li Cinêvayê, girêdana gereke din a şêwirxwestinê li Cinêvê û piştgirîkirina xebatên Şanderê Taybet".

Komîteya dariştina destûrê cihê bayexdarîyeke mezin a NY ye, ya ku piştgirîya çareserîyekê ji şer re bi rêbertîya Sûrîyan dike.

Alîyan got ku dê Îraq û Lubnan bo danûstandinên li Kazaxistanê yên derbarê dosyaya Sûrîyayê, ku di Tîrmehê de bên girêdan, werin vexwendin.

Berê Urdin û Amerîkayê çavdêrîya danûstandinan dikirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500