Nûçeyên Iraqê

Şam: Kompanîyeke Rûsî benderekê li Sûrîyayê

Kompanîyeke Rûsî dê dest deyne ser mezintirîn bendera Sûrîyayê bo heyama 49 salan û dê bi têçûna dora 500 milyon dolaran wê fireh bike, medyayên alîgirên rejîmê Pêncşemê (25ê Nîsanê) ragihandin.

Dê rêkeftinek bê wajûkirin li dor "birêvebirin, berfirehkirin û bikarxistinkirina" bendera Tertûsê ligel kompanîya Rûsî Stroytransgaz, Wezîrê Veguhestinê Elî Hemûd ji rojnameya Weten re ragihand.

Rûsya xwedan bingeheke deryayî ye li Tertûsê û yek ji hevalbendên herî sereke yê rejîmê ye, û ew piştevanîyeke serbazî ya herî girîng dabîn dike, AFP ragihand.

Wezîr roja Sêşemê ji televîsyona Sûrî re gotibû ku bender, a ku di sala 1960an de katine warê kar de, têra pêşwazîkirina gemîyên mezin nake.

Wî ji Weten re got ku tê payîn ku xebatên firehkirinê qebareya benderê bilind bike, û da zanîn ku dê proje alîkar be di kêmkirina şopa sizayên navdewletî yên li dijî rejîmê de, yên ku ji destpêka şer di sala 2011an de hatin pêş.

Kompanîyên Rûsî di sektorên Sûrîyayê yên neft, xaz û hesin de weberanînê dikin û girêbestên avakirina aşên ard û projeyên avên qezenc kirine.

Stroytransgaz, ku di sala 1991an de hatiye damezrandin, yek ji mezintirîn kompanîyên avakirinê ye li Rûsyayê. Dora 80% ji kompanîyê mulkê oligarch Gennady Tymchenko, ya ser bi Kremlinê ve ye, ye.

Awatên Rûsyayê yên qonaxa piştî şer dihêle ku ew hebûna xwe ya serbazî li Sûrîyayê dirêj bike û bandora xwe ya siyasî û aborî berfireh bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500