Nûçeyên Iraqê

Mexrib 6 kesan digire ji ber girêdanên bi DAIŞê re

Desthilatdarên Mexribî Sêşemê (23yê Nîsanê) eşkere kirin ku wan şeş tundrewên ku guman heye pêwendîyên wan bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re hene girtin, AFP ragihand.

Gumanlêkirî, yên ku temenên wan di navbera 22 û 28 salan de ye, "alîgirên" DAIŞê bûn û guman heye ku wan plana "kiryarên terorîstî" dikirin, bîroya navendî ya lêpirsînan di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Daxuyanîyê eşkere kir ku ew li bajarokê Salê li nêzî Rebatê hatin girtin di êrîşekê de bi serkêşîya ajansa dijî terorîzmê, ku tê de alavên eleketronî, û çek belgeyên têkildarî "terorîstan" hatin dîtin.

Kesên tê payîn ku sozdarên tundrewan in dê heftîya dahatî pêşberî dadgehê bibin li Salê ji ber kuştina du jinên Skandinavî li çiyayên Atlesa Bilind li Mexribê.

Mexrib bi awayekî berfireh rastî êrîşên terorî tê ji dema teqîna navdar a Meydana CemaFenaa li Merakişê ku tê de 17 kes hatin kuştin, ku piranî geştyarên Ewropî bûn.

Lê her sal desthilatdarî têkbirina bi dehên şanên DAIŞê îlan dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500