Nûçeyên Iraqê

Endamê DAIŞê tê girtin ku berpirsyarê veguhastina otombîlên bombebarkirî bo Mûsilê bû

Endamekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku berpirsyarê veguhastina otombîlên bombebarkirî bû daku wan li hundir û derveyî Mûsilê biteqînin hat girtin, polîsê Îraqî li parêzgeha Nînewayê Pêncşemê (18ê Nîsanê) ragihand.

"Hêzên ewlekarîyê yên hevbeş, bi hevahengîya ligel yekîneyên hewalgirîya serbazî, endamekî DAIŞê yê tirsnak girtin, ku ew berpirsyarê veguhastina otombîlên bombebarkirî bû ku xwaringeha Ebû Leyla li rojavayê Mûsilê [di 8ê Mijdarê de] armnac kiribû," serokê polîsê Nînewayê emîd Hemed Namis Cibûrî wisan ji Diyaruna re eşkere kir.

Cibûrî dîyar kir ku otombîlên bombebarkirî ku ji hêla vî endamî ve dihatin derbaskirin, bazargeha Qeyarayê li başûrê Mûsilê û ya Teleferê sala borî armanc kiribûn.

Wî got ku "girtina ku li Komavahîya Badîyayayê li Beacê, li rojavayê Musilê, pêk hat li ser bingeha fermaneke dadwerî û agahîyên hewalgirî yên deqîq derbarê cihê wî de."

Cibûrî da zanîn ku endamê DAIŞê "di lêpirsîna destpêkê de li tawanên xwe mukur hat."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500