Nûçeyên Iraqê

Fransa hewl dide ku Rifet Esed darizîne ji ber bidestxistina pereyan bi awayekî neyasayî

Amê Serokê Sûrîyayê Beşar Esed dê li Fransayê were darizandin ji ber sûcê avakirina emparatorîyeke qoçanan li welat bi rêya bikaranîna pereyên ji gencîneya dewleta Sûrîyayê, jêderên qanûnî Çarşemê (17ê Nîsanê) eşkere kirin.

Dadgerekî lêpirsînê emir da ku Rifet Esed were darizandin ji ber şûştina pereyan ya organîzkirî di avakirina kompanîyeke qoçanan de ya bi qasî 90 milyon euro (102 milyon dolar) li Fransayê, li gorî emrê darizandinê yê ji alîyê AFP ve hat dîtin.

Dem ji darizandinê re hîn nehatiye danîn.

Esed, ê ku weke "qesabê Hemayê" hatibû binavkirin ji ber ew fermandarê hêzên ku serhildana sala 1982an çewisand li orta Sûrîyayê bû, rastî darizandinê tê li Fransayê ji sala 2014an ve.

Di biryareke nivîsandî de bi tarîxa 8ê Adarê, ofîsa gilîdarê giştî yê tawanên malî bang kir ku Esed rastî darizandinê were bi gunehê şûştina qezencên xwevedizîna ji bacan û dizîya pereyên dewleta Sûrîyayê, ligel hin gunehên din.

Esed tohmetan red dike.

Cîgirê serokê Sûrîyayê yê berê, Esed di sala 1984an de ji Sûrîyayê dereket piştî kodetaya binketî li dijî birayê xwe Hafiz Esed.

Samanê wî yê Fransî yê ragihandî ji du mal li Parîsê, yek rûbera wê 3,000 metrên çargoşe, herwiha zevîyeke wî yê hespan û şatûyek li nêzîkî paytexta Fransî û rûbereke ofîsan bi qasî 7,300 metrên çargoşe li Lyonê pêk tê.

Herwiha ew û malbata xwe 500 eqarên wan li Spanyayê jî hene. Ev eqar ji alîyê desthilatdarîyê ve hatin desteserkirin di sala 2017an de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500