Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY giftûgoyan bi Wezîrê Derve yê Sûrî re li Şamê pêk tîne

Şanderê NY bo Sûrîyayê giftûgoyên "cewherî" Yekşemê (14ê Nîsanê) li Şamê bi Wezîrê Derve yê Sûrîyayê Welîd Muelim re têkildarî xebatên peydakirina çareserîyeke siyasî ji şer re pêk anîn, AFP ragihand.

"Me giftûgoyên cewherî yên gelekî hûrbîn pêk anîn," diplomatê Nerwêcî Geir Pedersen got. "Em aniha hemû dozan digirin dest, ji ber vê yekê hemû doz li ser maseyan in."

Medyaya dewletê got ku Muelim û Pedersen xebatên berdewam ên derbarê pêşxistina proseya siyasî niqaş kirin, di nav de tevgerên sazkirina komîteyeke erkdar bi danîna makzagonekê ji po qonaxa piştî şer.

Pedersen roja Şemîyê gihişt Şamê, di serdana xwe ya fermî ya sêyem de bo wî welatî ji çaxê ku wî dest bi payeya xwe di Kanûna Duyem de kir.

Ji destpêka Kanûna Duyem ve, wî gelekî rêbwarî kiriye d ku bi hikûmet û opozîsyonê û hineke din re bicive.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500