Nûçeyên Iraqê

Topbaran 13 sivîlan li bakur-rojavayê Sûrîyayê dikuje

Topbaran 13 sivîlan li bakur-rojavayê Sûrîyayê roja Yekşemê (7ê Nîsanê) kuşt, piranîya topbaranê li herêma Idlibê ji hêla reîjmê bû, Idliba li jêr kontrola Tehrîr Şam e, AFP di raportekê de ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku bombebarana roja Yekşemê û mûşekên hêzên rejîmê neh sivîl li gelek deverên Idlibê kuştin.

Rewangehê got di nav de pênc kes ji bajarokê Neyrebê, sê ji Seraqibê û yek ji gundê Xewînê.

Rewangehê destnîşan kir ku bomebarana çekdarên Îslamîk li ser bajarokê Misyafê yê li jêr kontola rejîmê li parêzgeha Hemayê ya cîran, çar sivîl kuştin.

Li gorî Rewangehê, ji roja Çareîemê ve bi tenê bêhtir ji 30 sivîlan di bombebarana rejîmê de li Idlibê hatine kuştin.

Serokê Derve yê Sûrîyayê Weîld Muelim vê heftîyê ragihand ku hikumeta wî derbarê vegerandina Idlibê de nema sebir dike, dawîn herêma ku ne li jêr kontrola wan e ji bilî bakur- rojhilatê Sûrîyayê ku di destê Kurdan de ye.

Ofîsa NY ya Hevahengîya Karûbarên Mirovatî (OCHA) got ku şerê dijwar 90 sivîl li herêma Idlibê di meha Adarê de kuşt, nîvê wan zarok bûn.

NY dîyar kir ku şer hişt 86,500 kes ji malên xwe di mehên Sibat û Adarê de birevin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500