Nûçeyên Iraqê

Xaça Sor dixwaze ku zarokên DAIŞê yên li Sûrîyayê bişîne welatên wan

Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor dixwaze destûr ji bi sedên zarokên çekdarên biyanî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re bê dayîn ku vegerin welatên xwe yên resen, AFP roja Sêşemê (2ê Nîsanê) ragihand.

Zarokên li kampa Holê li bakur û rojhilatê Sûrîyayê bê dêûbav dijîn, kampa ku heta bi 100,000 kesên ku bêwar bûn paş ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) asêgeha dawî ya DAIŞê girt.

Dora 10,000 jin û zarokên biyanî yên têkildarî çekdarên biyanî yên DAIŞê li devereke veqetandî li kampê hatine dorpêçkirin, û zarokên jêr temenê 12 salan du sêyek in di wê komê de.

"Berîtî aniha ew e ku awayekî parêzî em binêrin çawa em van zarokan vegerînin welatên wan ên eslî ku li wir hêvî heye ku hîn malbat heye eger ew nel li gel kesekî bin," serokê Xaça Sor Peter Maurer got.

Kesên biyanî li kampa Holê ji 30 heta 40 welatan in.

Dema ku em nasnameya zarokan bê destnîşankirin, Xaça dê hikûmetan agedar bike û bibîne eger malbat li wan welatan heye "malbata ku em karibin wan zarokan jê re bişînin", Maurer got.

Tu hejmara destnîşankirî ya zarokên bê dêûbav li kampa Holê li ba wî nebû, lê ew texmîn dike, "teqez bi sedan in û dibe ku bêtir bin jî".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500