Nûçeyên Iraqê

Pentagon serokekî nû bo dosyaya Rojhilata Navîn destnîşan dike

Gen. Frank McKenzie roja Pêncşemê (28ê Adarê) bû serokê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê, ya ku serpereştîya operasyonên serbazî yên Amerîkî yên li welatan, di nav de Sûrîyayê, dike, raporteke AFP wiha got.

Di merasîmeke bi serokatîya Wezîrê Berevanîya Amerîkayê bi wekalet Patrick Şanahan, McKenzie bi berdewamkirina karê ku selefê wî Gen. Joseph Votel, yê ku xanenişîn bû, dikin hat rasipartin.

Votel got ku di demekê de ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) xaka dawî ya di destê wê de mabû li Sûrîyayê ji dest da, hîn hebûna serbazî ya Amerîkayê li Sûrîyayê pêwîst e.

"Dem hatiye ku ev alozî û milmilanî bi dawî bibin. Ev yek dê bi lez pêk neyê weke herkes hêvî dike, lê ew pêkan e eger em armanc û berjewendîyên xwe ji bîr nekin, bi hevkarên xwe bi bawer bin, û hêzên xwe amade bikin," Votel got.

McKenzie, 62-salî, du caran bo Afxanistanê hatiye şandin û ew li Îraqê jî xebitîye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500