Nûçeyên Iraqê

Mozexaneyeke Îraqî parçeyên şûnewarî yên bo welat hatine vegerandin nîşan dide

Bêhtir ji 2,000 parçeyên şûnwarî, di nav de dora 100 parçeyên ku hatibûn dizîn û li derveyî welat hatin dîtin, Sêşemê (19ê adarê) li Mozexaneyekê li parêzgeha Besra ya Îraqî hatin nîşandayîn, AFP ragihand.

Sêşemê, di navbera 2,000 heta bi 2,500 parçeyan li Mozexaneya Besrayê hatin nîşandayîn, Qehtan Obêd, serokê birêveberîya Şûnwarî û Nerîtdarîyê li parêzgehê. ragihand.

"Ew divegrin dîroka 6000 berî zayînê û1500 paş zayînê," wî wiha got, û balkişand ser serdemên Babilîyan û Someran.

Obêd got ku dora 100 parçeyên şûnwarî, ku piranîya wan ji Urdin û Amerîkayê tên, ji Îraqê re hatin vegerandin bo li mozexaneyê bên nîşandayîn.

Di dema dagirkirina wê ji dora sêyeka xaka Îraqê re ji 2014an heta 2017an, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vîdyoyên çekdarên xwe, çaxê ew cihên nerîtdarî û pûtan wêran dikin, belav kirin.

Lê şehreza dibêjin ku piranîya parçeyên hatine wêrankirin pir mezin bûn û ne pêkan bû bên qaçaxîkirin û firoştin, lê parçeyên biçûk nehatin têkdan, û hinek ji wan li bazara reş hatin dîtin.

Amerîkayê got ku wê bêhtir ji 3,000 parçeyên şûnwarî yên hatine dizîn ji Îraqê re vegerandine ji sala 2005an, di nav de yên ku li deverên şer li Rojhilata Navîn dest li ser wan hat danîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500