Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY dibêje ku "Sûrîyayeke nû" bi sazanan dest pê dike

Şanderê NY bo Sûrîyayê Sêşemê (19ê Adarê) got ku peydakirina çareserîyê bo alozîya li dar bi rêkarên bunyadkirina bawerîyê û pêkanîna lihevhatinan di navbera alîyên şer de pêk tê, AFP ragihand.

"Rê bo Sûrîyayeke nû bi bunyadkirina bawerîyê û lihevhatinan dest pê dike," diplomatkarê Norwijî Geir Pedersen di medyaya civakî de got. "Divê Sûrî destê hev bigirin bo avakirina pêşerojekê."

Lêdwanên wî paş serdana wî bo Homsê hatin, ew li wê derê bi parêzgarê Homsê, tîma NY ya li deverê û herwiha bi bêwarên Sûrî yên li kampa dijîn civiya.

Wî got ku qebareya tehedîyên ku rûbirûyî Sûrîyayê û Sûrîyan tên "qerase ye".

Pedersen herwiha torek li asêgeha berê ya opozîsyonê, Baba Emir, ya ku hêzên rejîmê ew di sala 2012an de paş dora mehekê ji topbarana dijwar ew kontrol kirin, encam da.

Hinek xebatên nûavakirinê li taxa li Homsê dest pê kirine ji dema ku rejîmê dever kontrol kiriye.

Ji destpêka Kanûna Yekem ve, dema ku wî dest bi erkê xwe yê nû kir, Pedersen gelek serdan encam dan bo lidarxistina civînan bi rejîmê, opozîsyonê û alîyên din re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500