Nûçeyên Iraqê

QSD dawîn asêgeha DAIŞê li Dêra Zorê ya Sûrîyayê wêran dike

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) bi piştevanîya balafirên hevpeymanîyê hewl da roja Pêncşemê (14 Adarê) dawîn berevanîyên çekdarên "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) bişikînin, yên ku helwestên xwekujî didin pêş li Dêra Zorêya Sûrîyayê, AFP ragihand.

QSD ji Yekşemê de agirê xwe berdide molgeha li Baxozê. Lê tundrewên di hundir de hîn bi dijwarî berevanîyê dikin, ku xwe di jêrzemînan de ji ber êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê vedişêrin û teqînên xwekujî li hember hêzên cengawer pêk tînin.

"Pêşketin heye lê hêdî ye ji ber ku dever teng e," Çêker Amed, peyvdarekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) got.

Amed anî ziman ku "piranîya kesên di hundir de mane xwekuj in, ev yek jî pêşketinê astengdar dike," û wî da zanîn jî ku "ew taktîkên di bin erdê de bi kar tînin," û ew di tunêl û veşartgehan de tevdigerin.

Peyvdarê QSD Mistefa Balî dîyar kir ku ji çaxa me operasyon roja Yeşemê berdewam kiriye, 3,000 endamên DAIŞê xwe radest kirine.

Rêxistina Save The Children roja Pêncşemê ragihand ku bêhtir ji 3,500 zarokên biyanî ji bêhtir ji 30 welatan li kampên li bakur-rojhilatê Sûrîyayê dijîn.

Rêxistinê destnîşan kir ku ji wan, bêhtir ji 2,000 temenê wan kêmî pênc salan e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500