Nûçeyên Iraqê

Çekdarekî Sûrî yê kevin ji ber kuştinên muzexaneya li Belcîkayê bi hikumê abedî tê darizandin

Fransîyê bi navê Mihdî Nemûş ê ku çar kes di êrîşeke terorîst de li muzexaneyeke Belcîkayê kuştin roja Sêşemê (12ê Adarê) hikumê bihûrandina tevahîya jîyanê ji hêla dadgehekê li paytexta Belcîkayê lê hat birîn, AFP ragihand.

Nemûşheftîya borî bi "kuştina terorîst" hat hikumkirin ji ber êrîşa çekdar a li Bruksêlê di Gulana 2014an de, ku ev tawan, paş ku ew ji qadên şer ên li Sûrîyayê vegerîyaye, pêk anî.

Hat xuyakirin ku wî herçar qurbanî di kêmî 90 çirkeyan de kuşt, ku bi tifing û klaşinkovekê gule li wan reşandiye, li gorî wesfdayîna kesê ku ew rakirine nexweşxaneyê yê ku li ser vê yekê hazir bû.

Berî lihevkirina sondxwaran bo hikum roja Duşemê, Nemûşê 33 salî bişirî û ji dadgeha tawanan a Bruksêlê re got "jîyan berdewam e."

Dadgehê ya hikum di çend saetên pêşîn ên sibeha Sêşemê de da, dîyar kir ku Nemûş tu poşmanî derbarê kuştinê de neanî zimên.

"Birêz Nemûş, tu newêrekek î, tu ji paş de guleyan berdide xelkê û wan dikujî, tu pîrejinan bi tifingê ji paş de dikujî, tu dikujî ji ber ku tu bi kuştinê kêfxweş dibî," dozger Îv Moro jê re got.

Nasir Bender, ê ku alîkarîya Nemûş kir di peydakirina çekan de ji bo êrîşê, 15 sal hikum lê hat birîn.

Bender, ew jî Fransî ye, got ku ew fedîkar e ji ber ku Nemûş nas kiriye, ku dibêje "ew heta ne zilam e, ew hov e."

Herdu, ku 15 roj lê pêşîya wan in ku karin tê de gilî bikin, dê herdu cizayên xwe li Fransayê bixwin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500