Nûçeyên Iraqê

Artêşa Îraqî dest dideyne li ser veşartgeheke çekên DAIŞê li nêzî sînorê Sûrîyayê

Artêşa Îraqî dest danî ser veşartgeheke mezin a çek û teqemanîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Qaimê li rojavayê Enbarê, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî roja Sêşemê (12ê Adarê) ragihand.

"Firqeya 8an a artêşa Îraqî veşartgeheke mezin a çek û cebilxaneyan li Qayîmê dît, li nêzî sînorê navdewletî yê bi Sûrîyayê re," wezaretê di daxuyanîyekê de got.

Daxuyanîyê dîyar kir ku veşartgehê 120mm hawin, hejmareke mezin a cebilxaneyê, bombeyên bidestçêkirî, mayîn, mûşekên milî û çekên navîn û sivik dihundirandin.

Daxuyanîyê got ku veşartgeha jêrzemînî, ya ku DAIŞê kolandibû, herwiha têl û alavên ku ji dûr ve bombe diteqandin dihudirandin.

Wê anî ziman ku "hemû alavên di hundirê vê derê de hatin wêrankirin, û veşartgeh jî hat temirandin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500