Nûçeyên Iraqê

Komeke din xwe radest dike di demekê de ku şerê li molgeha DAIŞê li Sûrîyayê bi dawî dibe

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) Sêşemê (12ê Adarê) got ku gelek kesên ku li xaka mayî ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bûn li Sûrîyayê xwe radest dikin, paş lêdanên asmanî û topbarankirina çeperên rêxistinê bi dirêjahîya şevê.

Bi tenê konekî ku li gundê Baxozê, li rojhilatê Sûrîyayê, hatiye vedan ji xaka rêxistinê maye, li gorî raporteke AFP.

Ev çend heftî ne QSD hewl dide ku çekdarên DAIŞê ji nav bibe lê belê herikîna zilam, jin û zarokan ji gundekî biçûk li ser berava çemekî pêşveçûna wan asteng kir.

Hevbendîya Erebî-Kurdî êrîşa xwe roja Yekşemê careke din dest pê kir paş ku wê çekdarên mayî yên DAIŞê agahdar kir ku mohleta hatibû dayîn bo xweradestkirinê bi dawî bû.

Ji wî çaxî ve, êrîşên asmanî û topbarankirinên berdewam bi dirêjahîya du şevan, bûn encama kuştina piranîya çekdaran û neçarmayîna bi sedên çekdaran û xizmên wan ku xwe radest bikin.

"Armanc ji pêşketina me tirsandina çekdarên DAIŞê ye bo ew xwe radest bikin, û bo sivîl ji gund derkevin," Elî Şêr, fermandarê yekînîyeke QSD, ji xalekê ji nava gund ji AFP re ragihand.

Fermandar got ku QSD êrîşa xwe hêdî kir paş rojekê ji rawestandinê bo rê bide tundrewan û malbatên wan ku xwe radest bikin.

"Aniha hinek kes xwe radest dikin û me agir bi temamî rawestandiye bo ew bikarbin xwe radest bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500