Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî zevîyên gaza Ekasê ji paşmahîyên şerê DAIŞê paqij dikin

Operasyonek bo paqijkirina zevîya gazê ya Ekasê li rojavayê Enbarê ji paşmahîyên şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat qedandin, polîsê Îraqî yê parêzgeha Enbarê Duşemê (11ê Adarê) ragihand.

"Hêzên ewlekarî yên pispor, bi alîkarîya hevpeymanîya navdewletî ya ku alav û amûrên pêwîst dabîn kirin, Yekşemê rakirina mîn û teqemenîyên bidestçêkirî û paşmahîyên şer qedandin," serokê polîsê Enbarê lîwar Hadî Kesar ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku zevîyên gazê amade ye bo dewamkirina operasyonan.

"Çend meh pêwîst in bo qedandina operasyonan, û dora du ton teqemenî ji zevîya gazê û derdora wê, û ji dever û rêyên diçin zevîyê hatin rakirin," wî got.

"Zevî bo Wezareta Neftê hatibûn radestkirin bo dewamkirina operasyonan paş ku hemû gef ji holê rabûn," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500