Nûçeyên Iraqê

Mexrib 8 tundrewan ji Sûrîyayê vedigerîne

Mexribê Yekşemê (10ê Adarê) ragihand ku wê heşt ji welatîyên xwe ji Sûrîyayê wergirtine, û dê lêpirsîn bi wan re bên vekirin têkildarî "cihgirtina wan di kiryarên terorî de", AFP ragihand.

"Desthilatdarîyên pêwendîdar ên Morakoyê roja 10ê Adarê komeke ji heşt welatîyên xwe yên ku li zonên şer ên Sûrîyayê bûn wergirtin," Wezareta Hundir di daxuyanîyekê de ragihand.

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ku serpereştîya şerê dawî li dijî molgeha dawî ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike, radestkirina wan piştrast kir.

QSD "hinek welatîyên Morakoyê yên ku li kampan li bakurê rojhilatê Sûrîyayê diman radestî hikûmeta Mexribê kirin", peyvdarê QSD, Mustefa Balî ragihand.

Wezaretê got ku oprasyona roja Yekşemê "alîyekî xwe yê mirovî hebû".

Yên ku vegeriyan hatin girtin û bi 10 heta 15 sal zindan hatin cezakirin.

QSD dixwaze ku çekdarên biyanî û malbatên wan bo welatên wan ên resen bên vegerandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500