Nûçeyên Iraqê

Desthilatdarên Îraqî dest danîn ser barekî dermanê hişbir ku ji Îranê dihat

Dest li ser barekî dermanên hişbir ku ji Îranê dihat danîn berî ku ew bi qaçaxî derbasî Îraqê bê kirin di rêya dergehê sînorî yê Şîb ve, desthilatdarên Îraqî li parêzgeha Meysanê, li başûrê Îraqê, Pêncşemê (7ê Adarê) ragihand.

"Birêveberîya Gumrikê li Dergehê Sînorî yê Şîbê hewleke anîna dermanên hişbir û heşîşê ji Îranê di nav barekî mirîşkên bozkirî de têk bir," eqîd Wail Ebdul SetarHelefî ji polîsê Meysan ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hêzên ewlekarîyê dest danîne ser pênc kîlogramên Heşîş û dermanên hişbir ên din, di nav de 4,000 hebên narkotic û helweseyê.

"Ajoker kamyonê hat girtin, û lêpirsînek derbarê bûyerê de hat vekirin," wî da zanîn.

"Rêkarên tund ên ji alîyê Birêveberîya Gumrikê û hêzên ewlekrîyê ve li dergehên sînorî yên bi Îranê hatin pêkanên alîkarî kirin di valaderxistina gelek hewlên anîna dermanên hişbir bi qaçaxî bo Îraqê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500