Nûçeyên Iraqê

Tecnîdkarekî zarokan ên DAIŞê li Enbarê tê girtin

Endamekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ê ku rol di tecnîdkirina zarokan de bo ew di nava rêzên rêxistinê de kar bikin gerandibû li Hîtê hat girtin, Wezareta Beerevanîyê ya Îraqî Sêşemê (5ê Adarê) ragihand.

"Li ser bingeha agahîyên hewalgirî yên bi dîqet, yekîneyên Hewalgirîya Serbazî ya Artêşa Îraqî kesek bi navê Ebû Seraqa ji ber sûcê tecnîdkirina zarokan di nav rêzên DAIŞê girtin," wezaretê di daxuyanîyekê de ragihand.

"Girtin di encama kemîneke paş pilankirî de li Hîtê li [parêzgeha] Enbarê hat pêk anîn," wezaretê eşkere kir.

Daxuyanîyê got ku Ebû Seraqa "gelek zarok tecnîd kiribûn bi rêya xapandin û tirsandina wan".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500