Nûçeyên Iraqê

Bi sedan sivîlên din ji asêgeha DAIŞê li Sûrîyayê derdikevin

Bi sedên ku tê texmînkirin ku çekdar û xizmên wan in ji asêgeha dawî ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojhilatê Sûrîyayê bi 11 wesayîtan Sêşemê (26ê Sibatê) derketin, AFP ragihand.

Wesayîtên dobl trêle ber bi xaleke pişkinînê ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ve di deştê re ji Baxozê hatin.

Duşemê bi tenê, dora46b wesayit ji asêgeha DAIŞê derketin, û wiha dora 50,000 ji kesên ku li devera li jêr destê DAIŞê dijîn ji Kanûna Yekem ve gihiştine.

Di nav wan de bi hezaran kesên guman heye ku tundrew bin, ên ku hewl dan ku xwe di nav sivîlan de wenda bikin, daku xwe xelas bikin, berî ku QSD dest bi êrîşa dawî bike.

Hevdem, hêzên QSD Sêşemê lorîyên mişt pişkinîn dikirin.

Şervanên QSD û xebatkarên tendirustîyê nofê dawî ku dora 2,000 kesî ne derman dikirin, kesên ku ji xetên pêşîn ên şer bo xaleke pişkinînê bi şev ve hatin veguhestin.

Wan got ku 30 kes, bi piranî jin, bo beşên tedawîyê hatin şandin, û wiha dora 300 kesan bi hewcedarî guhlêdana tengavî bûn.

Kesên ku gihiştina kampa demkî ya Baxozê, yên ku QSD dibêje ew dora 5,000 kesî ne, rêwîtîya mişt nexweşî û birçîbûn tênin ser ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500