Nûçeyên Iraqê

QSD pêşbînî dike ku hejmareke yekcar mezin a sivîlan ji asêgeha dawî ya DAIŞê were derxistin

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) Duşemê (25ê Sibatê) hazirî bo derxistina nofekî din ê sivîlan ji dawîn asêgeha di destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de li Sûrîyayê dike.

QSD pêşveçûyîna xwe hêdî kiriye ji ber ku ew dixwaze ku sivîlan derxîne berîya destpêkirina qonaxa dawî ji şerê li hember DAIŞê yên ku li dawîn asêgeha xwe mane.

Hevbendîya Kurdî-Erebî dora 5,000 mêr, jin û zarok ji asêgeha ku dikeve parêzgeha Dêra Zorê di rojên Çarşemê û Înê de derxistine, lê ev du roj in tu kes nehatiye xelaskirin.

Peyvdarekî bi navê QSD pêşbînî kir ku hejmareke mezin a sivîlan bo cara dawî ji asêgeha rêxistinê derbixin, di ragihandinekê de roja Duşemê.

"Em pêşbînî dikin ku hejmareke mezin a sivîlan îroj bê derxistin û em hêvî dikin ku ew dê nofê dawî be" peyvdarê QSD, Mustefa Balî ragihand. "Li gorî me ji kesên derketine bihîstiye, dora 5,000 kes hîna li hundir asêmayî ne."

Çekdarên DAIŞê û sivîl, bi piranî xizmên endamên DAIŞê ne, di rûbereke hindiktir ji nîv kîlometrî de li gundê Baxozê, li nêzî sînorê bi Îraqê re, asêmayî mane.

"Di rojên nêzîk de, dê hêzên me şikestina DAIŞê rabighînin," berpirsyarê karûbarên derve yê Kurd, Ebdul Kerîm Omer Duşemê ragihand. "Lê ev yek nayê wateya bidawîkirina terorîzêm, ji ber ku divê ew ji qurm ve bê binbirkirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500