Nûçeyên Iraqê

Dora 200 leşkerên Amerîkî dê li Sûrîyayê bimînin paş vekişînê

Dê hêzên Amerîkî 200 leşkerên xwe li Sûrîyayê bihêlin paş vekişîna Amerîkayê, AFP Pêncşemê (21ê Sibatê) ragihand.

"Dê komeke dora 200 leşkeran li Sûrîyayê bo heyamekê bimîne," peyvdara Koşka Sipî, Sara Sanders ragihand.

Sanders tu agahîyên berfirehtir eşkere nekirin, lê belê terxankirina hêzên' "parastina aştîyê" dibe bibe rêyeke ku hevalbendên Ewropî jî hêzê ji bo heman misyonê terxan bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump Pêncşemê bi serokê Turkîyayê, Recep Tayip Erdogan re axivî, û her du serokan nîqaşa rewşa Sûrîyayê kir, li gorî ragihandineke Koşka Sipî.

"Herdu serokan li hev kir ku berdewam bin di xebatên avakirina herêmeke ewleh de" li Sûrîyayê, ragihandinê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500