Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 5 xwekujên DAIŞê li rojavayê Mûsilê dikujin

Pênc endamên "Dewleta Îslamî" (IDAIŞ) hatin kuştin di kemînekê de ku hêzên ewlehîyê li rojavayê Mûsilê pêk anî, Wezareta Berevanîyê Pêncşemê (21ê Sibatê) eşkere kir.

"Şana Bazên Hewaligirîyê û tîma wê ya taktîkî pênc xwekujên ku êlekên teqîner li xwe dikirin kuştin," wezaretê di daxuyanîyekê ragihand.

Daxuyanîyê got ku hêzan, bi hevkarî ligel Fermandarîya Operasyonên Nînewayê, milîtan xistin kemînekê de û otombîla wan dorpêç kirin berî ku agir berdin wan.

Daxuyanîyê got ku navgîn hat wêrankirin û "tawankarên li nav hatin kuştin, ew jî li nêzî Badûşê, li bakurê rojavayê Mûsilê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500