Nûçeyên Iraqê

Konferanseke navdewletî bo şerkirina îdyolojîya DAIŞê li Îraqê tê girêdan

Konferansa navdewletî ya 4ê bo şerkirina îdyolojîya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Çarşemê (20ê Sibatê) li Bexdayê bi beşdarîya nûnerên 60 dewletan û sê rêxistinên navdewletî dest pê kir.

Balyoz, lêkolînvan, û nûnerên welatên biyanî û Ereb di konferanseke du rojî de beşdar dibin, konferansa ku li jêr serpereştîya hikûmeta Îraqî tê lidarxistin.

Çalakîya ku ji 10 civînan pêk tê giranîyê dide metodên rûbirûbûyîna tundrewîyê, nehiştina belavbûyîna îdyolojîya tundrew, û çareserkirina rayekên sedemên tundrewîyê, bi taybetî hejarî, bêkarî û binpêkirinên mafên mirov.

Armanca konferansê "alîkarîkirina Îraqê ye di dariştina polîtîkake dîyar bo jinavbirina DAIŞê û nehiştina gefên pêşerojê li ser ewlehîya Îraqê", peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş, emîd Yehya Resûl di perawêza konferans de ji Diyaruna re ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500