Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanîya navdewletî destnîşankerên mayînan dide hêzên Îraqî

Hevpeymanîya navdewletî amûr û alavên pêşketî yên destnîşankirina mayînên erdê û bombeyên bidestçêkirî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Nînewayê çandine dane hêzên Îraqî, Fermandarê Operasyonên Nînewayê, Necim Edîn Cibûrî ragihand.

"Bi saya van destnîşankerên pêşketî, hêzên Îraqî di rojên dawî dest danîn ser dora 2,000 kîlograman ji teqemenîyên ku endamên DAIŞê binerd kirine," wî Pêncşemê (14ê Sibatê) ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku teqemenî ji hawinan, mayînên erdê, bombeyên bidestçêkirî û davên teqîner pêk tên.

"Dê xebatên me yên paqijkirina bajaran û deverên çandinîyê li Deşta Nînewayê berdewam bin heta ku ew piştrast bin ku ew paqij in ji hemû xeterên li ser jîyana sivîlan," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500