Nûçeyên Iraqê

Bi sedên kesan ji şerê li dawîn asêgeha DAIŞê li Sûrîyayê direvin

Hêzên Kurd û Ereb şerê derxistina endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji molgeha dawî ya li jêr kontrola wan li rojhilatê Sûrîyayê Sêşemê (12ê Sibatê) dijwartir kirin paş ku bi sedên kesan bi şev ji asêgehê revîyan, li gorî AFP.

Paş navbereke dirêjtir ji heftîyekê bo rê bidin sivîlan ku derkevin, Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) pêngava dawî bo vegerandina "Baxozê" ji terorîstan roja Şemîyê ragihand.

Bi alîkarîya balefirên şer û topxaneya hevpeymanîya navdewletî, hevbendîyê karî derbas bibin rûbereke bi qasî çar kîlometrên ducar.

Peyvdarê QSD Mustefa Balî got ku pevçûnên giran Sêşemê dewam kirin, paş ku bi sedên kesan bi şev ji qada şer revîyan.

"Dora 600 sivîl ji Baxozê vê sibehê giheştin û aniha ew tên pişkinînkirin," Balî daxuyand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku di nav kesên ku nû gihiştine de jin û zarokên Fransî û Elmanî hene.

"Piranîya kesên revîyane biyanî ne," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

"Pevçûnên giran berdewam in bo çekdarên DAIŞê neçar bibin ku xwe radest bikin," wî got.

Rewangehê ragihand ku 12 çekdarên QSD û 19 tundrew di pevçûnan de roja Duşemê hatin kuştin.

Peyvdarê hevpeymanîyê Sean Ryan ragihand ku QSD rû bi rûyî şerekî dijwar dibe.

"Pêşkestin hêdî û bi sîstem e ji ber ku dijmin bi temamî hatiye dorpêçkirin û çekdarên DAIŞê êrîşên dijber pêk tînin," wî got.

"Hevpeymanî berdewam e di pêkanîna êrîşên asmanî de li ser xalên DAIŞê dema pêwîst dike."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500