Nûçeyên Iraqê

QSD dibêje ku ew "rojane" çekdarên biyanî digire

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) roja Çarşemê (6ê Sibatê) ragihand ku ew "rojane" çekdarên biyanî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), çend rojan paş piştrastkirina girtina tundrewê Almanî Martin Lemke.

AFP qala girtina Lemke heftîya borî kirpaş axivîna bi du hevjînên wî re, yên gotin ku ew bi hev re ji dawîn molgeha rêxistinê li rojhilatê Sûrîyayê revîyane.

DAIŞ bi tenê rûbereke pir teng ji xaka ku berê di destê wê de bû kontrol dike û gelek sivîl direvin û xwe radest dikin, berî destpêkirina êrîşa dawî.

Peyvdarê QSD, Mustefa Balî, got ku çekdarên DAIŞê xwe di nav sivîlan de veşartibûn.

"Bi awayekî rojane, em çekdarên biyanî yên DAIŞê digirin," Balî ji AFP re ragihand, û qebûl nekir ku agahîyên berfirehtir li dor girtina Lemke eşkere bike.

QSD herî kêm 50 çekdarên biyanî yên DAIŞê di her sê heftîyên dawî de girtine, berpirsê karûbarên derve yê Kurd Ebdul Kerîm Omer Çarşemê ji AFP re ragihand.

QSD girtina Lemke di daxuyanîyekê de bi rêya malpera xwe ya fermî roja Duşemê ragihand.

QSD got ku du tundrewên din hatine girtin, yek ji wan nasnameya wî Misrî ye, bi navê Husên Ferdîd û yê din ji Erebistana Siûdîyê ye, bi navê Salim Şemranî.

QSD eşkere kir ku her sê kes hatin girtin paş encamdayîna "du operasyonên taybet" roja 25ê Kanûna Duyem û roja 1ê Sibatê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500