Nûçeyên Iraqê

Polîsê Îraqî 2 endamên DAIŞê li Musilê digirin

Du endamên mezin ên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên ku di gelek tawanan de cih girtibûn di heyama kontrolkirina rêxistinê ji Mûsilê re di navbera salên 2014 û 2016, hatin girtin li gundekî li nêzî Mûsilê, polîsê Nînewayê Sêşemê (5ê Sibatê) ragihand.

"Feyad Oqêdî û Saed Nasî, du terorîstên ku xelk azar dane û xwîna wan hilmijtine di dema dagirkirina DAIŞê ji Mûsilê re, di operasyonekê de ji hêla hêzên operasyonên taybet hatin girtin," eqîd Cemal Hemdanî ji polîsê Mûsilê ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku endamên DAIŞê di du operasyonên cuda de li gundê Saedayê li başûr-rojavayê Mûsilê hatin girtin.

Wî got ku "du nasnameyên sexte bi wan re hatin, û yek ji wan nasnameyeke sexte ya rêxistineke mirovî hildigirt," û herwiha du tifingên maşîn û bombeyeke destan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500