Nûçeyên Iraqê

Di êrîşa li ser basekê li Minbica Sûrîyayê de kuştiyek û 4 birîndar hene

Bombeyeke ku li tenîşta rê hatibû çandin bi baseke mamosteyan de li Minbicê teqîya û kesek hat kuştin roja Şemîyê (2yê Sibatê), û ev dawîn teqîn e di pêla êrîşên li bajarê li bakurê Sûrîyayê pêk hat ji nîvê Kanûna Duyem ve, AFP ragihand.

Alava teqîner bi basê teqî, û ajokar hat kuştin û herî kêm çar kes birîndar bûn, serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, Ramî Ebdul Rehman ragihand.

Peyvdarê Encumena Serbazî ya Minbicê, Şervan Derwîş ragihand ku "teqîneke terorî bi alaveke teqîner li dijî siwarîyeke mamosteyan rû da".

Berê Minbic asêgeha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bû, û aniha encumeneke serbazî ya ser bi Hêza Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ve bajar bi rê ve dibe.

Ebdul Rehman got ku roja Înê, di teqînekê de berpirsekî bilind ê Encumena Serbazî di dema pêkanîna pagerekê de birîndar bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500