Nûçeyên Iraqê

Şervanên QSDê tundrewekî Alman li Sûrîyayê digirin

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) tundrewekî Almanî bi navê Martin Limkî piştî ku ji cihê dawî yê li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Sûrîyayê reviya girt, du jinên wî roja Pêncşemê (1ê Sibatê) ragihandin.

Hevjîna wî ya sêyem, ku welatîyeke Alman e bi navê Leonora, ji AFP re got ku li navendeke sehkirinê li Dêra Zorê ku Limkî, hevjîna wû ya duyem û ew bi hev re ji şer reviyan.

"Me xwe bi hev re radest kir," hevjîna wî ya 19 salî bi Îngilîzî got, û wê anî ziman ku Limkî bi wê re giha navenda ku ji alîyê QSD ve tê birêvebirin, cihê ku gelek kesan xwe radest kir berî êrîşa dawî.

QSD sivîl û endamên DAIŞê yên çalakên ên gumanbar ji operesyona sehkirinê ji hev vediqetîne.

Leonora got ku Limkî kêşeyên wî yê tendirustî hene ya tê wateya ku ew nikare şer bike û angaşt ku wî bi piranî weke pisporekî teknîkî bi DAIŞê re kar dikir.

Lêbelê, lêpirsîn di rojnameyên Almanî de hatin weşandin wêne ji Limkî re kişandine, ê ku aniha 28 salî ye, weke kesayetekî bandorbar di nava tundrewên li Sûrîyayê de.

Raportek di rojnameya Almanî Die Zeit de di Kanûna Yekem a sala 2017an de got ku Limkî giha Reqayê di Mijdara 2014an de û tevlî hisbaya rêxistinê ("polîsê olî") bû. Tê gotin ku dibe ew di pişt re bûbe endamekî ajansa hewalgirîyê ya DAIŞê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500