Nûçeyên Iraqê

HRW Tehrîr el-Şam ji ber "işkencekirina sivîlan‘’ li bakurê Sûrîyayê şermezar dike

Human Rights Watch Duşemê (28ê Kanûna Duyem) Tehrîr el-Şam bi bikaranîna "işkenceyê" li dijî sivîlên dijberîya serdarîya wê dikin gunehbar kir, AFP ragihand.

Rêxistina mafnas got ku wê 11 halet belgeh kirine ku hevbendîya tundrew "şênîyên Idlibê girtine, ji ber xebata wan a aştîyane ya belgehkirina binpêkirinan û redkirina serdarîya hevbendîyê".

"Şeş ji kesên girtî rastî işkencekirinê hatin," di nav de kurekî 16 salî, li gorî rêxistinê.

"Zilamekî qal kir ku ew serobinokirî bi stûnekê ve hatibû girêdan dema lêpirsîn bi wî re dihat kirin," rêxistinê daxuyand.

Kesekî din got ku ew li cihekî weke tabûtê bo heyama sê demjimêran hat girtin, û kesekî din got ku ew li ser dûlabekî hat rûniştandin û hat işkencekirin.

Heft kesin ku HRW bi wan re hevpevîn kirine gotin ku ew mîdyavan û rojnamevan in û ew yan di protostoyan de li dijî Tehrîr el-Şam beşdar bûne û yan wan ew rûmal kirine, yan jî ligel medyaya biyanî dixebitîn.

Çar kes hatin neçarkirin ku peymanekê wajû bikin ku wan pêbend dike ku ne dîmenên hevbendîya tundrew dikşînin û ne jî nûçeyan li dor wê belav bikin.

Koma mafnas banga serbestberdana yekser a hemû girtîyên bêsûc kir, di nav de ku çar kesên ku çarenivîsa wan ne dîyar e yan jî di nava wan 11 haletên hatine belgehkirin de ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500