Nûçeyên Iraqê

Fermandarê Pasdaran têkildarî venekişîna ji Sûrîyayê bi israr e

Fermandarê Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) roja Çarşemê (16ê Kanûna Duyem) got ku dê tu vekişîna hêzên Îranî ji Sûrîyayê nebe, AFP ragihand.

"Hemû şêwirmendên serbazî û şoreşger, herwiha alav û çekên pêwîst bo rahênankirina çekdarên berxwedana Îslamî û bo piştevanîya gelê Sûrî yê binpêkirî... dê li wir bimînin," Ajansa Fars news ser zimanê lîwa Mihemed Elî Cefer got.

Ew bertekek belî bû ji Serokwezîrê Îsraîlî Benyamîn Netenyaho re, yê roja Sêşemê hişyarî da Îranê ku hêzên xwe ji Sûrîyayê vekişîne.

Îsraîl sozek daye ku nehêle Îran xwe di milê serbazî de li Sûrîyayê kûr bike, ku Îran piştevanîya rejîma Serok Beşar Esed dike ligel Rîsîya û Hizbulaha Lubnanî.

Di tedqezkirineke eşkere ya kêmpeyda de roja Yekşemê, Netenyaho got ku Îsraîl bi sedan car êrîşî armancine Îranî û Hizbelah kiriye li Sûrîyayê, di nav de "embarine ku çekên Îranî dihindirîne li balafirgeha Şamê ya navdewletî" di dawîya hefetyê de.

Tehran şandina hêzinan fermî bo şerê li Sûrîyayê red dike, ku dibêje tenê wê şêwirmendine serbazî û çekdarine milîsan ji welatine cihêreng şandine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500