Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanîya navdewletî dibêje ku vekişîna ji Sûrîyayê dest pê kir

Hevpeymanîya navdewletî li Sûrîyayê dest bi vekişîna hêzên xwe kir, peyvdarekî roja Înê (11ê Kanûna Duyem) eşkere kir, AFP ragihand.

Hêza ku şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji 2014an ve dike, kêm dibe, lê ne dîyar e gelo wê çiqasî prosesa vekişînê berdewam bike.

"Hêza Erkdarîya Hevbeş - Operasyona Çareserîya Bingehîn (CJTF-OIR) prosesa vekişîna me ya plankirî ji Sûrîyayê dest pê kir," peyvdarê hevpeymanîyê, kolonêl Şon Rayn di daxuyanîyekê de ji AFP re got.

Rayn dîyar kir ku "ji bo parastina ewlehîya prosesê, em dê demine destnîşankirî, ne jî dever û tevgerên leşkeran giftûgo nekin."

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku hevpeymanîyê li balafirgeha Rimêlanê li bakur- rojhilatê parêzgeha Hesekê dest bi kêmkirina hebûna xwe kiriye.

Serokê Rewangehê Samî Ebdul Rehman ragihand ku "hinek hêzên Amerîkayê ji baregeha leşkerî ya Rimêlanê roja Pêncşemê vekişîyan."

Gelek baregehên din ên hevpeymanîya navdewletî li bakur-rojhilatê Sûrîyayê hene, herwiha li Îraqa dikeve teniştê, ya ku tê payîn hêz li wir bimînin.

Berpirsekî Berevanîya Amerîkî li Waşintonê berî demekê teqez kir ku alav ji Sûrîyayê hatine rakirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500