Nûçeyên Iraqê

QSD dibêje ku wê 8 tundrewên biyanî girtine di nav de ciwanekî Amerîkî

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) Çarşemê (9ê Kanûna Duyem) eşkere ku wê heşt tundrewên biyanî di nav de ciwanekî Amerîkî di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de girtin, AFP ragihand.

Di nava Heşt kesên, ku Yekşemê û Duşemê hatine girtin, ciwanekî Amerîkî yê 16-salî û herwiha welatîyekî Elmanî û yekî Rûsî hebûn, li gorî daxuyanîyeke Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Du ji Uzbekistan in. Yên din ji Tajikistan, Ukranîya û Kazaxistan in.

YPG serperiştîya cenga li dijî DAIŞê li rojhilatê Sûrîyayê dike, û ew nêz in ji bidawîkirina hebûna tundrewan li dawîn molgehên wan li nêzî sînorê bi Îraqê re.

Ew mezintirîn pêgeh in di hundirê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD), ya ku hevpeymanîya navdewletî piştvanîya wê dike li dijî DAIŞê.

Ev daxuyanî paş ragihandina QSD roja Duşemê ku wan du Amerîkî, du Pakistanî, û kekekî Îrlandî roja 30ê Kanûna Yekem girtine tê.

Kurd dibêjin ku ew li bakur-rojhilatê Sûrîyayê dora 1,000 çekdarên biyanî di girtîgehên xwe de digirin, û herwiha 550 jinên biyanî û 1,200 zarok li herêma wan dijîn.

Ew ji bi dehan welatên cuda ne û hejmareke berçav ji wan ji Fransayê ne.

Tê payîn ku hejmara tundrewên Amerîkî yên di destê Kurdên Sûrîyê de kêm e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500