Nûçeyên Iraqê

Du çekdar hatin girtin dema ku wan hewl dida derbasî Îraqê bibin

Hêzên Pasevanîya Sînor a Îraqî du çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girtin, ên ku hewl didan ku sînorê Sûrîyayê derbas bikin û xwe bigihêjînin xaka Îraqê di berbanga Çarşemê (9ê Kanûna Duyem) de, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê eşkere kir.

Hêzên Îraqî "rê dan çekdar sînor derbas bikin paşê wan kemînek pêk anî û ew girtin", fermandar Necim Edîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re got.

"Ew bo navendeke girtinê hatin veguhestin bo lêpirsîn bi wan re were kirin," wî got.

Wî da zanîn ku di çarçoveya heman operasyonê de, hêzên Îraqî depoyeke çek û cebilxaneyê ya DAIŞê dîtin, û dest li ser qasên mezin ên teqemeîyan hat danîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500