Nûçeyên Iraqê

Elmanya gumanlêkirîyekî bi terorê yê Sûrî radestî Holendayê dike

Dadgeheke Elmanî Çarşemê (9ê Kanûna Duyem) fermana radestkirina gumanlêkirîyekî Sûrî ku pilana "tawaneke terorî" dikir û herwiha çar tohmetbarên din bo Holendayê derxist, li gorî AFP.

Kesê Sûrî, yê 26-salî, roja 29ê Kanûna Yekem li bajarê Mainz li Elmanyayê hat girtin, di heman rojan ku hevkarên wî di komployê de li bajarê Roterdam li Holendayê hatin girtin.

Polîsê Holendî wê demê gotibû ku guman heye wan kesan "rol di amadekarîyên bo pêkanîna tawaneke terorî de gerandibû", beyî ku tu agahîyên din eşkere bikin.

Dadgeha bilind a herêmî li Koblenz di daxuyanîyekê de ragihand ku wê daxwaza desthilatdarîyên Holendî ya radestkirina kesê Sûrî erê kir.

Biryar e ku radestkirin "destpêka heftîya tê pêk bê", Dozgerê Koblenz, Juergen Brauer, di daxuyanîyeke din de eşkere kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500