Nûçeyên Iraqê

Serkirdeyekî şaneke DAIŞê li Mûsilê tê girtin

Sê endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin girtin, yek ji wan serkirdeyekî şanek terorîst e, di operasyoneke artêşa Îraqî û polîsê ya hevbeş de li gelek deverên Mûsilê, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê roja Duşemê (7ê Kanûna Duyem) got.

"Hêzên Îraqî yên hevbeş zilamekî ku bi navê Nayif Mûsilî tê naskirin, girtin, ku serkirdeyê şaneke terorîst e li Mûsilê, herwiha du kesên din jî hatin girtin, hemû bo dadkirinê xwestî ne li gorî madeya 4an a qanûna dijî teror," fermandar lîwa Necim Edîn Kerîm Cibûrî wisa ji Diyaruna re got.

Cibûrî got ku hêzên ewlekarîyê çekên cihêreng û teqemenî bi Mûsilî re girtin û belge û agahîyên girîng li dor çalakî û çavkanîyên fînansekirina endamên terorîst de desteser kirin.

"Operasyonê xwe spart mukurhatina terorîstekî ku ji hêla hêzên ewlekarîyê hatibû girtin, ê ku cih [yê enadamên şanê] ji wan re kifş kiribû," wî dîyar kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500