Nûçeyên Iraqê

Tundrewekî Fransî li dadgehê ye ji ber darizandina derbarê êrîşa li ser mûzexaneyeke Brûsilê

Tundrewekî Fransî li dadgehê xuya kir îro Duşemê (7ê Kanûna Duyem) berî darîzandina wî ber kuştina çar kesan di mûzexaneyeke cihû de li Brûsilê di sala 204an de, piştî vegera wî ji Sûrîyayê, AFP ragihand.

Mehdî Nemmouche dê rû bi rûyê cezaya bihûrandina tevahîya jîyanê di zindanê de were eger ew were tawanbarkirin bi tawana kuştinê li paytexta Belcîkî di 24ê Gulana sala 2014an de, bûyera ku tê de du geştyar, xwebexşek û pêşwazîkerek li mûzexaneyê hatin kuştin.

Dadgeha tawanbarî li Brûsilê îro Duşemê desteya dadgêran ya ji 12 endaman pêk tê bijart, berî ku ew dest bi darizandina giştî, ku qewle roja Pêncşemê be, bikin.

Biryar heye ku bêtirî 100 şahid li darizandinê stûvê bidin, dê malbatên qurbanîyan û serkirdeyên civaka cihû jî tê de hazir bin û dibe ku darizandin heta dawîya Sibatê berdewam bibe.

Nommouche piştî şeş rojan ji êrîşê li Mersîlyayê, bajarê keştîgeh yê Fransî, hat girtin.

Berî êrîşê, tê gotin ku wî li Sûrîyayê weke endamekî komeke tundrew şer dikir û herwiha ew weke pasevanê rojnamevanên Fransî yê revandî hatiye bersûckirin.

Lêpirsîner dibêjin ku ew ji sala 2013an heta 2014an li Sûrîyayê bû, cihê ku ew lê bi Necim Laaçraoui re civiyabû, ku ew endamekî koma ku teqînên kujêner li Brûsilê cîbicî kirin bû, teqîna ku Adara 2016an qewimî û 32 kes tê de hatin kuştin.

Herwiah tê angaştin ku heman şana Brûsilê hevahengî kir û tundrew şandin da ku komkujîya Parîsê di 13ê Mijdara 2015an de pêk bînin, a ku 130 kes tê de hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn.

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) her du êrîş girtine xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500