Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 4 tunêlên DAIŞê li Mûsilê wêran kirin

Hêzên Îraqî çar tunêlên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di çarçoveya operasyonên hevbeş ên polîs û artêşê de li Mûsilê wêran kirin, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê Pêncşemê (3yê Kanûna Duyem) ragihand.

"Çar tunêl hatin wêrankirin di her 24 demjimêrên dawîn de, di nav de tunêleke bi dirêjahîya 1,000-metran ku çek tê de hebûn," fermandar Necim Edîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku hêzên Îraqî dest bi operasyoneke nû kirine bo lêgerîna li tunêlên rêxistinê û veşartgehên çekan li Badûş û Askî li Mûsilê.

Cibûrî dîyar kir ku ew "dê berdewam bin di ramaliştina deverên hawîrdor de herdu rojên Pêncşemê û Înê, bo piştrast bibin ku tu tunêlên DAIŞê li wir tune ne".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500