Nûçeyên Iraqê

Gelek molgeh û veşartgehên DAIŞê li Kerkûkê tên wêrankirin

Neh veşartgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li deverine cuda cuda li başûr û başûr-rojavayê Kerkûkê hatin wêrankirin, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Îraqî roja Çarşemê (2yê Kanûna Duyem) ragihand.

Her neh veşartgeh li deverên Hemrîn, Wadî Zeytûn, Xencer, Xatûnîya û Hayizê bûn, û ew bi temamî hatin wêrankirin di operasyonine cihêreng de di heyma herdu rojên borî de ji hêla artêşa Îraqî û hêzên Polîsa Federal ve, peyvdarê fermandarîyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Resûl anî ziman ku "terorîstekî dihat xwestin û şeş terorîstên gumanbar hatin girtin, û dest li ser çekên cihêreng, bêhtir ji 200 kîlograman teqemenî, mûşekên arestekirî û mûşekên li ser milan jî hat danîn."

Resûl got ku "artêşa Îraqî dest bi operasyonên xwe li wan deveran dike da ku bi temamî wan ji paşmahîyên DAIŞê paqij bike û endamên revîyayî, yên ku sûdê kendûkozan werdigirin da xwe veşêrin, têk bibe."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500